TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Hevsaredarên Amedê erknameya xwe wergirtin

📅 08 nîsan 2024 12:34

PeyamaKurd - Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bucak, li gel hevşaredarê ne fermî Dogan Hatûn re erknameya şaredartiyê wergirt. 

Hevşaredarên DEM Partiyê, ji ber îtîrazên AK Partiyê li 13 navçe û bajarên mezin, nikaribûn hefteya borî erknameyên şaredartiyê werbigirin.

Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Amedê yên DEM Partiyê  erknameya xwe ji Lijneya Hilbijartinê ya Navçeya Sûrê wergirtin.

Di merasîma wergirtina erknameya şaredartiyê de Hevserokên Şaxa DEM Partiyê ya Amedê Pinar Sakık Tekîn û Abbas Şahîn, Serokê berê yê Baroya Amedê Mehmet Emîn Aktar û rêveberên DEM Partiyê yên navçeyên Amedê jî beşdar bûn

Parve bike: