TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Hevpeyvîna RûpelNewsê ya bi Ehmed Turk re bû rojeva sereke

Hasan Kosen
Edîtor
📅 11 gulan 2026 23:16
Hevpeyvîna RûpelNewsê ya bi siyasetmedarê kurd Ehmed Turk re di demeke kurt de deng veda û vîdyo bi milyonan car hat temaşekirin. Ehmed Turk di hevpeyvînê de gotibû ku "Îro, tîmek ji Kurdistanê derbasî Lîga Super bû." Van gotinan hem piştgirî dît hem jî rastî bertekan hat.

RûpelNews - Şaredarê berê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Mardînê Ehmed Turk ê ku ji kar hatibû dûrxistin û li şûna wî qeyûm hatibû danîn, beşdarî çalakiyên pîrozbahiyên derbasbûna Lîga Super ya Amedsporê bû. Gotinên Ehmed Turk ku di bersiveke pirsa peyamnêrê RûpelNewsê de li ser medyaya civakî bû rojev û bi hezaran bikarhênerên medyaya civakî li ser platformên cûda parve kirin.

Gotinên "Tîmek ji Kurdistanê" rastî bertekên tund hat

Di bersiva pirsa nûçegihanekî RûpelNews de, Ehmed Turk ê kurd ê 83 salî derbarê serkeftina Amedsporê wiha got: “Em pîroz dikin. Em gelekî kêfxweş in. Îro, tîmek ji Kurdistanê derbasî Lîga Superê bû. Ez hêvîdar im û baweriya min bi wan heye; ez serkeftina herî baş ji wan re bixwazim.”

Di demeke kurt de bi milyonan caran hate dîtin

Dîmenê ku li ser hesabê Xê yê RûpelNews hate parvekirin, di demeke kurt de eleqeyeke berfireh kişand û bi milyonan car hat temeşekirin.

Piştî parvekirinê, gelek hesabên Kemalîst û neteweperestên tirk li dijî Ehmed Turk derketin, lêbelê gelek bikarhêneran jî ew parastin û anîn ziman ku gotinên wî bal kişandiye ser nasname û aîdiyeta herêmî.

Di vê navberê de, hate destnîşankirin ku ti pêwendiyeke rasterast a Ehmed Turk bi rêveberiya Amedsporê re nîne û ew wek mêvan beşdarî bernameya pîrozbahiyê bûye.

"Em aşitîxwaz in"

Ehmed Turk, paşê derbarê serkeftina Amedsporê de wiha axivî: "Em biratiyê diparêzin, em aştiyê diparêzin. Em jiyaneke demokratîk a hevpar diparêzin. Hem Amedspor hem jî gelê me ji bo paşerojeke demokratîk a hevpar têdikoşin. Em xwedî nêrîneke yekîtîxwaz in, em ne cûdaxwaz in; em yekîtiyê dixwazin."

Hat ragihandin ku hin bikarhêneran, ku çavnebarên serkeftina Amedsporê bûn, gotinên Ehmed Turk kirin hincet û dijberiya xwe anîn zimên.

Serkeftina Amedsporê bo Lîga Superê bi şahiyeke mezin hat pêşwazîkirin. Bi taybetî di nav civaka kurd de û li gelek bajaran, nemaze li Amedê bi rojan hat pîrozkirin.

Parve bike: