Cîhan
Hevpeymanîyê ji ser Basûr 35 barhilgir alîkarî derbasî Rojava kir
PeyamaKurd - Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê ku Amerîka pêşengiya wê dike, karwaneke alîkariyên leşkerî û lojistîkî ya ji 35 barhilgiran pêk dihat derbasî Rojavayê Kurdistanê kir.
Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand,, Hevpeymaniya Navdewletî 35 barhilgirên ku alavên leşkerî û lojistî hilgirtibûn di deriyê Welîd re ji Herêma Kurdistanê derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin.
SOHRê da xuyakirin, beşek ji barhilgiran berên xwe li Hesekê danîn û beşeke din jî ber bi Dêrazorê çûn.
Hêjayî bibîrxistinê ye, 10ê vê mehê jî Hevpeymaniya Navdewletî 25 barhilgirên alîkariyên leşkerî û lojistîkî ji Herêma Kurdistanê derbasî parêzgeha Hesekê kiribû.