TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Hevpeymaniya Navnetewî li ser êrîsa Eyn Esed peyamek belav kir

📅 08 gulan 2021 13:32

PeyamaKurd – Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê bi peyameke li ser twitterê diyar kir, her êrîşeke li ser Hikûmeta Iraq û Herêma Kurdistanê û Hêzên Hevpemanan, destdirêjî ye li ser serweriya Iraqê.

Berdevkê Hevpeymaniya Navnetewî ya dijî DAIŞê Wayne Marotto di peyama xwe de da zanîn: ‘‘Êrîşa ser binkeya leşkerî ya Eyn Esed, bi balefireke bêbalefirvan ve pêkhatiye û tu ziyaneke canî çênebûye.

Wayne Marotto destnîşan kir: ‘‘Her êrîşeke li dijî Hikûmetên Iraq û Herêma Kurdistanê û Hêzên Hevpeymanan, destdirêjî ye li ser serweriya axa Iraqê û serweriya yasa li Iraqê.’’

Parve bike: