Hevdîtineke 'dostane' di navbera dijminên berê de
RûpelNews - Du kesayetiyên navdar ên leşkerî yên ku demeke dirêj e li Sûriyê dijberê hev bûn in, cara yekem e rû bi rû li hev civiyan û bi hev re wêne girtin.
Cîgirê Wezîrê Parastinê û Fermandarê Herêma Rojhilat Sîpan Hemo û Cîgirê Wezîrê Parastinê û Fermandarê Herêma Bakur Fehîm Îsa yê Tirkmen kom bûn.
"Hevdîtineke dostane"
Hemo, ev hevdîtin li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand û daxuyaniyekê da.
Hemo di parvekirina xwe ya bi Erebî ya derbarê hevdîtinê de got, "Îro min serdana Fermandariya Herêma Bakur kir û bi Fermandarê Herêmê Fehîm Îsa re hevdîtineke dostane pêk anî."
Ev hevdîtina navbera Sîpan Hemo û Fehîm Îsa, wekî nîşaneya xurtkirina hemahengî û hevkariya leşkerî ya li herêmê tê şîrovekirin.
Kesayetekî nêzîkî Devlet Bahçeli
Fehîm Îsa fermandarekî Tirkmen ê Artêşa Niştimanî ya Sûriyê ye ku nêzîkî Tirkiyeyê ye. Îsa berê jî serdana serokê Partiya Tevgera Neteweperest (MHP), Devlet Bahçeli, kiribû ku ev serden bûbû rojev.