Herêma Kurdistanê: Yê ku zibilî bavêje ser rê tê cezakirin
RûpelNews - Rêveberê Giştî yê Wezareta Karên Navxwe Dr. Hêmin Mîranî got, "Ev reftar êdî nayê qebûlkirin. Ji îro pê ve, her kesê ku ji wesayîtê zibilî biavêje, çi ajokar be, çi rêwî, dê 40 hezar dînaran ceza bide."
Piştgiriya ji Saziya Jîngehê
Berdevkê Saziya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê Dr. Sanaan Ebdula jî piştgiriya xwe ji bo biryarê anî ziman û diyar kir ku ev pêngaveke girîng e ber bi paqijiya jîngehê ve.
Ebdula got, "Ev biryar li ser bingeha qanûnê ye. Em ji çavdêrî û cîbicîkirinê berpirsiyar in, lê Wezareta Karê Navxwe saziya cîbicîkar e."
Hişyariya ji Rêvebiriya Hatûçûnê: Dîmenên vîdyoyê jî dê wek delîl bên qebûlkirin
Rêvebiriya Giştî ya Hatûçûnê ya Herêma Kurdistanê jî di daxuyaniyekê de ragihand ku ji ajokar û rêwiyan re qedexe ye ku dema diajon an jî dema sekinî ne, zibilan biavêjin ser rê.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev ceza dê bi rêya sîstemên elektronîk, cîhazên PDA û kamerayên trafîkê jî were sepandin. Her wiha hat gotin ku tomareyên vîdyoyê yên ku ji aliyê welatiyan ve tên şandin, dê wek delîl bên qebûlkirin.
Dê 40 hezar dînar ceza were birîn
Rayedarên trafîkê ragihandin ku piştî tesbîtkirina sûc, dê cezayek 40 hazar dînaran were birîn û ev tedbîr li ser bingeha biryarên Wezareta Karên Navxwe û Encûmena Wezîran e. (Çavkanî: Rûdaw)