Cîhan
Hengaw: 12 kolber bi gulebarana rasterast a pasdarên Îranê birîndar bûn
PeyamaKurd - Malpera Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê da xuyakirin ku di encama êrîşa pasdarên Îranê ya şeva 15ê Tebaxê de, herî kêm 12 kolberên Kurd hatine birîndar kirin.
Li gorî ragihandina Hengawê pasdarên Îranê li sînorê Bane, rasterast gule bi ser komeke kolber de reşandine û herî kêm 12 kolberên xelkê Bane, Bokan û Seqizê birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku 7 kolber xelkê Bane, 3 kolber xelkê Seqiz û 2 kolber xelkê Bokanê ne ku pasdarên Îranê bi mesafeya 6 metreyan gule bi ser kolberan de reşandine.
Hengawê da zanîn ku tenê 4 kolber ji bo nexweşxaneyê hatine veguhestin û kolberên din ji tirsa desteserkirinê, neçûne nexweşxaneyan.