TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Hemû nexwesên Covid-19 bas bûn, ti haleteke nû nema

📅 26 nîsan 2020 15:36

PeyamaKurd - Rêveberê tenduristiya giştî yê parêzgeha Helebceyê Aza Mistefa ragihand, ti tûşbêyên vîrusa koronaya nû Covid-19 li nav sînorê parêzgehê nema ye.

Rêveberê giştî yê tenduristiya parêzgeha Helebçê Aza Mistefa îro 26ê Nîsanê ragihand, şeva borî 3 testên din ên Covid-19 li ser nexweşên li Helebceyê hatine kirin.

Aza Mistefa got, encamên testan negatîf derketine û diyar bû bi temamî baş bûne û ew îro şandine malên wan.

Li gorî daxuyaniya Aza Mistefa piştî başbûna wan kesan ti kesekî tûşbûyê vîrusa korona li Helebceyê nemaye.

Parve bike: