TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Hemas: Di muzakereyan de ti pêsketin çênebû

📅 30 hezîran 2024 15:01

PeyamaKurd – Berpirsê pilebilind ê Hemasê Usame Hamdan, li Lubnanê di civîneke rojnamevanî de ragihand ku di muzakereyên agirbestê de ji ber şerê berdewam ê Îsraîlê li Şerîda Xezeyê ti pêşketin çênebûye.

Usame Hamdan got ku ti pêşketin di danûstandinên agirbestê de çênebûne û diyar kir, Hemas amade ye bi erênî pêşwaziyê li pêşniyarên agirbestê bike.

Hamdan, Îsraîl bi astengkirina derbaskirina xurek, av, derman û sotemeniyê bo herêmên bakur û Xezeyê tawanbar kir û da zanîn, gelek saziyên navdewletî jî dibêjin ku rojane pêdivî bi alîkariya herî kêm 500 kamyonên alîkariyê heye.

Parve bike: