TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Helbestvanê navdar Ehmed Huseynî koça dawî kir

Yasîn Husên
Edîtor
📅 10 adar 2026 11:19
​​​​​​​Helbestvanê navdar û xwediyê pênûsa zêrîn Ehmed Huseynî, di 70 saliya xwe de, piştî têkoşîneke dirêj bi nexweşiyeke giran re, çavên xwe li jiyanê girtin.

RûpelNews - Ehmed Huseynî, ku wekî stûneke giring a helbest û wêjeya nûjen a Kurdî dihat naskirin, di sala 1955an de li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayik bûbû. Wî piraniya jiyana xwe di xizmeta ziman û çanda Kurdî de derbas kir û bi mîrateyeke giranbuha ya wêjeyî xatir ji me xwest.

Em wekî desteya redaksiyona RûpelNewsê, sersaxiyê ji malbata wî, hogirên wî û tevahiya gelê Kurdistanê re dixwazin. Koça wî wendahiyeke mezin e ji bo çand û helbesta Kurdî.

Ehmed Huseynî di dema jiyana xwe de gelek berhemên bêhempa pêşkêşî pirtûkxaneya Kurdî kirin, ku hinek ji wan ev in:

• Mistek ji şîna bêcir, Stokholm, 1990 (Weşanên Komeleya Jinên Kurdistanê).

• Bi xewna we pênûsê dilorînim, Stokholm, 1993 (Weşanên Jina Nû).

• Rono û sirûdên bêrîkirinê, Stokholm, 1994 (Weşanên Jina Nû).

• Sîsirkê Hesinî (Selîm Berekat) - Wergerandina ji bo Kurdî, Stokholm, 1997 (Weşanên Apecê).

• Dîwan (Berhemên Giştî), Stenbol, 2002 (Weşanên Avestayê).

• Bajarê Dirinde, 2003 (Weşanên Belkî).

• Çend Dîmenên Xemgîn ên Kurmanciya Nivîskî, 2004 (Weşanên Aram).

Parve bike: