TR KU AR
FB X IG
Jiyan

'Hejmarek terorîstên DAISê di sikeftekê de mane'

📅 03 nîsan 2019 15:04

PeyamaKurd - Berpirsê Navenda Ragihandina HSDê Mistefa Balî ragihand ku hêj hejmarek ji terorîstên DAIŞê di şikefteke çiyayê Baxozê de mane.

Balî li ser twitterê belav kir ku li gundên Baxoz û navçeyên derdora wê xebatên rakirina mînên DAŞê û dîtina şaneyên razayî yên DAIŞê berdewam dike.

Balî eşkere kir ku hêj hejmarek ji terorîstên DAIŞê di şikefteke çiyayê Baxozê de mane.

HSDê piştî şerê 6 mehan 23yê Adara 2019an tevahiya Baxozê ji destê DAIŞê rizgar kiribû û serkeftina dawî ya li dijî rêxistina terorîst ragihandibû.

Parve bike: