TR KU AR
FB X IG
Tirkiye

Hejmara endam û şaredarên Partiya YENÎ diyar bû

📅 01 îlon 2026 13:19
Berdevkê Partiya YENÎ (NÛ) Zeynel Emre ragihand ku hejmara endamên partiya wan gihîşt 598 hezar kesan û hejmara şaredariyên wan jî bû 252.

RûpelNews - Berdevkê Partiya YENÎ (NÛ) Zeynel Emre li navenda partiya xwe ya li Enqerê civîneke çapemeniyê li dar xist.

Emre di daxuyaniya xwe de, hejmarên herî dawî yên endamtiyê yên partiyê ragihand, bal kişand ser zêdebûna hejmara endaman û wiha got:

"Niha, hejmara endamên me gihîşt 598 hezar kesan. Her hefte her diçe zêdetir dibe heftane di navbera 100 hezar û 150 hezar kesî de hejmara endaman zêdetir dibe."

Emre her wiha hejmara şaredarên ku beşdarî Partiya YENÎ bûne ragihand û got: "Hejmara şaredarên me bû 252. Di demek nêzîk de ev hejmar ji 300'i jî dê derbas bibe."

Parve bike: