TR KU AR
FB X IG
Çand û Huner

Hejmara 175emîn a Nûbiharê bi dosyeya'Kurdên Anatoliyaya Navîn' di weşanê de ye

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 17 gulan 2026 20:43
Kovara çanda kurdî ya 34 salî Nûbihar, di hejmara xwe ya 175'an de bi dosyeya "Kurdên Anatoliya Navîn" derket.

Kurdên Anatoliya Navîn, bi sedsalan e li bajarên wek Konya, Enqere, Yozgat, Kirşehir û Aksarayê dijîn. Ev civak bi devokên xwe yên kurdî, çanda devkî, muzîk û dîroka xwe ve erdnîgariyeke taybet temsîl dikin. Lê bi dirêjahî di warê akademîk û rojnamegeriyê de li derveyî balê mabûn. Hejmara taybet a Nûbiharê bo dagirtina vê valahiyê gaveke girîng diavêje.

Dosyeya taybet ji aliyê nivîskar Mehtab Îdelî û rojnameger Adem Özgür ve hatîye amadekirin. 

Piştî nivîsara vekirinê ya Berpirsê Giştî yê Nûbiharê Süleyman Çevik, nivîs, hevpeyvîn û helbestên Şoreş Reşî, Ali Duran Topuz, Mehmet Bayrak, Mehtab Îdelî, Nuh Ateş, Dîlan Şewqî, Mem Xelikan, Murad Cîwan, Memê Mala Hine, Mustafa Kizilkaya, Rohat Alakom, Yusuf Yeşilöz, Muzaffer Özgür, Rojvan Enes, Fikret Yıldız, Adem Özgür, Aşiq Şêxo, Hacı Çevik, Kadir Çelik, Xizan Şilan, Xamgeli Bane, Osman Alabay û Azad Celikanî di dosyayê de cîh digirin. Her wiha stran, helbest û gotinên pêşiyan ên Kurdên Anatoliya Navîn jî di hejmarê de hene.

Di nivîsara edîtoriyê de Îdelî û Özgür wiha dibêjin:

"Dosya ji çend beşên girîng pêk tê. Di beşa dîrokê de, lêkolîner-nivîskar Şoreş Reşî, bi ronahiya arşîvan û lêkolînan destnîşanên girîng derdixe holê. Em hêvî dikin ku bi vekirina bêhtir a arşîvên dewletê û bi baldariya zêdetir a lêkolînerên kurd, ev dîrok hîn bi hûrgilî were nivîsandin. Nivîsa Reşî di vê rêyê de gaveke bihêz e. Kurdolog Mehmet Bayrak û rojnameger Ali Duran Topuz jî Kurdên Anatoliya Navîn û Qoçgiriyê ji perspektîfeke berfirehtir dixin ber çavan. Di beşa çandê de, Dr. Mem Xelikan kevneşopiya muzîka vê civakê bi kûrahî û firehî lêdikole. Xamgelî Bane nivîsa xwe ya li ser Şêxbizînan bi zaravayê Şêxbizinkî nivîsandiye ev hilbijartin giyana rastîn a dosyayê nîşan dide: ji bo ku mirov civakekê bi rastî bîne ziman, divê zimanê wê civakê bi xwe were bikaranîn. Nivîsa Dr. Fikret Yıldız li ser Mîkailiyan rûpeleke kêm-naskirî ya vê erdnîgariyê ronî dike. Akademîsyen Hacî Çevîk çarçoveya diyasporayê vedike û dipirse ka ev civat ku bi pêlên koçberiyê çûye Ewropayê li wir çawa xwe diparêze.

Em hêvî dikin ku ev dosya Kurdên Anatoliya Navîn bêhtir bide naskirin, dengê wan were bihîstin û mîrasa wan a dewlemend were parastin. Veguhastina dîrok, ziman û dengên wan li rûpelên me, ji bo Nûbiharê jî gaveke watedar û girîng e."

Parve bike: