TR KU AR
FB X IG
Jiyan

HDPê em mecbûrê pistgiriya Erdogan kir

📅 11 hezîran 2018 23:29

PeyamaKurd - Serokê Berê yê Partiya Doza Azad (HUDA-PAR) û Namzedê Serbixwe yê Diyarbekirê Zekeriya Yapicioglu ragihand ku wan çend car ji Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxwaz kirine ku li ser hilbijartinên parlemento û Serokomariya Tirkiyê gotûbêj bikin, lê berpirsên HDPê diyar kirine ku ew ne amade ne bo li gel HUDA-PARê gotûbêj bikin.
 
Zekeriya Yapicioglu li Diyarbekirê beşdarî panela Navenda Lêkolînan a Rûdawê ya bi navê "Nêrîna Îslamî û Hilbijartinên Tirkiyeyê" bû û li ser pirsa "gelo ji ber çi hûn di hilbijartinên serokomariyê de piştgiriya Recep Tayyip Erdogan dikin?" diyar kir, ji ber ku namzedê HUDA-PARê yê ji bo Serokomariya Tirkiyê tune ew piştgirî didin Erdogan.
 
Yapicioglu herwiha destnîşan kir: “Em nabêjin tiştên ku Erdogan, yan jî AKP dikin em sedî sed îmzeya xwe diavêjin binê wan. Em dibêjin ji van 6 namzedên ku hene, di nav wan de me ehwenê şer (ji xeraban yê maqûl)   Erdogan dîtiye û em piştgirî didin, ev jî mafê me ye, tu kes ne mecbûr e weke yekî din bifikire.”
 
Namzedê Serbixwe yê Diyarbekirê Zekeriya Yapicioglu amaje bi wê yekê kir ku ew çar car ji HDPê daxwaz kirine ku li ser hilbijartinên 24ê Hezîranê gotûbêj bikin, lê belê ji aliyê HDPê ve ji wan re bersivek nehatiye. Zekeriya Yapicioglu eşkere kir: “Em çûn, çar car me li deriyê wan xistin, deriyê xwe li me venekirin, bersivê nedan me, telefonî me nekirin, li ser çapemeniyê bersiv didan me.”
 
Yapicioglu diyar kir: “Me ji wan re got em dixwazin werin rûnin û biaxivin gelo di vê hilbijarinê de çi bikin ji bo gel, camêran gotin em ne amade ne ku bi HUDA-PARê re hevdîtin bikin.” Zekeriya Yapicioglu herwiha got: “Îja eger hêviya piştgiriyê ji me bikin, ev çi qas rast e ez ji we re dihêlim.”

Parve bike: