Rojhilata Navîn
Hat îdiakirin ku Amerîkayê ji Îranê daxwaza agirbestê kiriye
Hat ragihandin ku Amerîkayê ji Îranê bo dema 48 demjimêran daxwaza agirbestê kiriye. Derbarê îdiayê de ji aliyê Amerîkayê ve heta niha tu daxuyaniyên fermî nehatiye ragihandin.
RûpelNews - Şer û aloziyên di navbera Amerîka, Îsraîl û Îranê de berdewam dike. Ajansa Nûçeyan a Fars, bi îşaretkirina berpirsekî payebilind ê Îranê, ragihand ku Amerîkayê bi rêya welatekî sêyem pêşniyara agirbesteke demkî ya 48 saetan li Îranê kiriye.
Di nûçeyê de nirxandinên derbarê danûstandinên egera agirbestê yên di navbera Îran, Amerîka û Îsraîlê de jî cih girtin.
Di analîza ajansê de hat îdiakirin ku pêşniyara agirbestê piştî pirsgirêkên ku Amerîka li herêmê rûbirûyê wan bûye, derketiye pêş. Wekî din, hat îdiakirin ku Îranê bi domandina êrîşên xwe yên li ser erdê bersiv daye vê pêşniyarê.
Heta niha ji aliyê Amerîkayê ve derbarê van îdiayan de ti daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.