TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Hamas mercên berdana 70ê dîlgirtiyên Îsraîlî ragihand

📅 14 mijdar 2023 14:51

PeyamaKurd - Hêzên çekdar ên ser bi Hamasê ve Tûgayên Îzzeddîn el-Kassam wek mercê berdana 70 jin û zarokên dîlgirtî yên Îsraîlî ku di destên wan de ne daxwaza 5 ragihandina agirbestê kir.

Peyvdarê Tûgayên Îzzeddîn el-Kassam ê ku milekî çekdar ên Hamasê ne Ebû Ubeyde daxuyand ku 5 roj navberdayîna şêr bê ragihandin ew amadene ku jin û zarokên dîlgirtî yên Îsraîlî serbest berdin.

Ubeyde, daxwaz dike ku bi wê agirbestê astengiyên li pêşiya gihiştina alîkariyên mirovî bo Xezzeyê jî bên rakirin. 

Tê zanîn ku di destê Hamasê de 239 dîlgirtiyên Îsraîlî hene.

Parve bike: