Hadî Amirî serdana Serok Barzanî û rêvebirên Kurdistanê kir
PeyamaKurd - Serok Barzanî pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî kir û Amirî di hevdîtinê de dilgiraniya xwe ji ber wê yekê nîşan da ku ji bo kursiyê Serokomariya Iraqê berbijêrekî hevbeş ê Kurdan tunebû û ragihand: “Em hêvî dikim ku di proseya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de aliyên Kurdistanî rola xwe ya bi bandor bibînin.”
Serok Mesûd Barzanî li Hewlêrê pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî kir.
Di civînê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên li nav proseya siyasî hat gotûbêjkirin û ronahî jî xistin ser rûdanên roja 2yê Cotmehê ya li nav Parlementoya Iraqê.
Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî di vê mijarê de dilgiraniya xwe li wê yekê nîşan daye ku partiyên Kurdistanî nekariyan yek kandîdê hevbeş ji bo kursiyê Serokomariya Iraqê diyar bikin.
Herwiha Hadî Amirî bal kişandiye ser rola bi bandor a PDK û partiyên Kurdistanî di proseya siyasî ya Iraqê de û hêviya wê yekê xwest ku di proseya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de partiyên Kurdistanî rola xwe ya bi bandor bibînin.
- Civîna Hadî Amirî û Nêçîrvan Barzanî
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê û Serokê Hevpeymaniya Feth civiyan û derbarê proseya siyasî ya Iraqê û qonaxa nû ya proseyê gotûbêj kirin û tekezî li ser proseyeke siyasî ya bi sihet ji bo niha û qonaxa dahatûya Iraqê kirin, bi awayekî ku bersiva xwestek û hêviyên pêkhateyên Iraqê bide û hemû pêkhate xwe di proseya siyasî û birêvebirina welat de bibin û ji bo seqamgîrî û serkevtina proseya siyasî, parêzvaniya lihevkirin, hevsengî û hevbeşiyê were kirin.
Hadî Amirî di civînê de tekezî li giringiya hevbeşiya çalak a Herêma Kurdistanê di proseya siyasî ya Iraqê û çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr – Bexdayê de li gor destûrê kiriye, herwiha diyar kiriye ku hevbeşiya Herêma Kurdistanê di proseya siyasî ya Iraqê de bingeha sereke ya serkevtinê û di berjewendiya temamê Iraqê de ye, ji bo vê mebestê jî gotûbêj û hevdîtin û civînên navbera herdu Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federalî ya Iraqê weke pêwîst dibîne.
- Civîna Hadî Amirî ligel Mesrûr Barzanî
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî civînek pêk anî û di civînê de dawî pêşhatên siyasî yên Iraqê û hewldanên pêkanîna hikûmetê hatin gotûbêjkirin û herwiha hat diyarkirin ku di civînê de tekezî li ser abendbûn bi destûrê û rêzgirtin li mafên pêkhateyahan hatiye kirin.
Ji aliyê xwe ve Hadî Amirî pîrozbahî li PDKê kir ji ber serkeftina wê di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de û hêvî xwest ku ev serkeftin pêngaveke bi bandor be ji bo pêşxistina rewşê.
Mesrûr Barzanî di derbarê hewldanên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê de ragihand ku pêwîstî bi şeraket û hevsengî heye û daxwaz kir ku Hadî Amîrî li ser vê binemayê roleke karîger bigire.
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê derbarê raspartina pêkanîna kabîneya nû bo Adil Ebdulmehdî ragihand ku ew hêvîdar in hemû hewl û xebat ji bo çareserkirina kêşeyên di navbera Hewlêr û Bexda bên kirin û herwiha kar bike bo dabînkirina xizmetgûzarî û başkirina jiyana welatiyên Iraqê.