TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Hêzên Misir û Îsraîlê pev çûn: Leskerekî Misrê hat kustin

📅 27 gulan 2024 18:34

PeyamaKurd – Rojnameya Îsraîlê Haartzê ragihandiye ku li Deriyê Sînorî yê Refahê di navbera leşkerên Misir û Îsraîlê de pevçûn derketiye.

Di nûçeyê de sedema pevçûnê nehatiye eşkerekirin, lê hatiye diyarkirin ku di encama pevçûn û aloziya navbera herdu aliyan de leşkerekî Misrê hatiye kuştin.

Hêjayî gotinê ye, ev zêdetirî mehek e hêzên Îsraîlê operasyonan li bajarê Refahê li dijî Hemasê berdewam dikin û deriyê sînor jî di bin kontrola Îsraîlê de ye ku hevsînorê Misirê ye.

Parve bike: