TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Gulasvanê Kurd ê Qazaxistanê bû sampiyonê cîhanê

📅 30 îlon 2024 12:02

PeyamaKurd – Di Şampiyoniya Navdewletî ya Gulaşa Azad de ku li Moskowaya paytexta Rûsyayê hat lidarxistin, xortekî Kurd ji bajarê Almatî yê Kazakistanê pileya yekem bidest xist.

Gulaştvanê Kurd ê 12 salî Dawid Amoyevî di 29ê Îlonê de bi têkbirina hevrikê xwe yê Ermenî Tîgran Begdasarianî bû şampiyon.

Dawid Amoyevî ku berê beşdarî gelek şampiyoniyên navneteweyî bû, du kember û gelek madalya û şampiyon bidest xist.

 
Parve bike: