TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Gula topê li firûnê ket: 13 kes mirin

📅 07 adar 2022 23:35

PeyamaKurd – Wezareta rewşên lezgîn ya Ûkraynayê ragihand ku Rûsya bo topê li nêzî Kîevê li bajarê Makarovê xistiye û gula topê li firûnekî ketiye. Di encamê de 13 kes jiyana xwe ji dest dane. Wezaretê mijarê weha ragihand:

“Di 7 ê adarê de Rûsya êrîşên hewayî biriye ser bajarê Makarovê û bi topê li firûnekî xistine. Top li fabrîka nan ya bi navê Makarovskiy Hlebozavodê ketiye. Tîmên lezgîn ji bin enqazan 5 kesan bi saxî derxistine û cenazê 13 kesan jî mirî derxistine. Li ciyê bûyerê herî kêm 30 kes hebûn.”

Parve bike: