Generalê Amerîkî: “Rûsya li Sûriyê me diceribîne”
PeyamaKurd- Cîgirê fermandarê giştî yê koalîsyona di bin serokatiya Amerîkayê de ya li dijî DEAŞ ê tumgeneral Alex Grynkewich got ku ew gengeşeyên li Sûriyê, li bajarê Hasekiyê ya di navbera leşkerên Amerîkayê û Rûsyayê de çêdibin, Rûsya bi zanîn dike û ew her dem Amerîkayê diceribînin.
Tumgeneral Grynkewich li wezareta bergiriyê ya Amerîkayê pirsên rojnamevanan bersivand. General got ku têkoşîna li dijî DESAŞê li Sûriyê û Iraqê dewam dike û DEAŞ dixwaze ku ji nûde xwe bide hev. Li ser pirsa pevçûnên biçûk yên ku navbera hêzên Rûsya û Amerîkayê de li Hasekê dibin de fermandar got ku di demên dawiyê de ew ne li wê derêye û neket nav hûrahiya mijarê.
General got ku ew gelek caran bi hêzên Rûsya re rû bi rû bûne û ji hêzên Rûsyayê xwestine ku xwe ji Amerîkiyan dûr bigrin.
Hêzên Rûsyayê çend roj berê xwestibûn ku xwe bigihînin seha petrolê û bixin destê xwe lê leşkerên Amerîkayê reya wan birîbûn. Ev li Hasekiyê û hem li seha petrolê ya Rimêlanê çêbû.