Gelek bûk û zava bi taybetî îro zewicîn
RûpelNews - Bi taybetî li Stenbolê, hejmareke mezin a zewacan serî li şaredariyan dan da ku daweta xwe di vê roja taybet de li dar bixin.
Li seranserê bajêr, li gelek salonên dawetan ên şaredariyan ji rojên berê zêdetir dawet hatin kirin. Kesên ku randevû girtibûn, ji serê sibê ve salonên dawetan tijî kirin.
Li Şaredariya Fatîhê, ku bi asayî rojane kêmzêde 20 merh dihatin birîn lêbelê îro kêmzêde 100 bûk û zavayan daweta xwe kirin û li ser qeyda deftera zewacê dîroka "06.06.2026"an hat hat nivîsandin
Li hin navçeyan, hejmar du qat zêde bû
Li yek ji navçeyên Stenbolê Esenyurtê, yên herî qerebalix, ku bi gelemperî rojane kêzêde 20 dawet lê tên kirin, îro 30 cot zewicîn.
Li Buyukçekmeceyê, kêmzêde rojane ya 15 dawetan dihatin kirin lê îro 67, li
Kuçukçekmeceyê jî 39 cot zewicîn.
Li Beylîkduzu, hat ragihandin ku rezervasyonên dawetan li gorî hefteya beriya Cejna Qurbanê hema hema du qat bûne. Digel ku îro 28 cot li navçeyê zewicîn, merasîmên dawetê li eywana dawetan a Şaredariya Maltepeyê li seranserê rojê her nîv saetê dihatin lidarxistin.
Eleqeya ji bo dîrokên taybet berdewam dike
Rayedaran destnîşan kirin ku ev hejmar eleqeya zewacan a berdewam a ji bo dîrokên taybet û bîranînî nîşan didin. Her wiha hate destnîşankirin ku çalakiyên bi vî rengî berê jî di dîrokên bi hejmarên dubarekirî û dîrokên sîmetrîk de çêbûne.