TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Gazpromê berhemanîna petrola Kurdistanê zêde kir

📅 19 gulan 2019 12:32

PeyamaKurd - Kompaniya Gazprom a Rûsî berhemanîna xwe li kêlgeha Serqala ya Herêma Kurdistanê zêde dike û digihîne 35 hezar bermîlên petrolê di rojekê de.

Gazpromê ragihand ku wan di sala 2011ê de dest bi berhemanîna petrolê kiriye û heya niha derdora 2 milyon ton petrol berhem anîne û di sala 2015 dest bi veguhestina petrola xav li heman zeviyê kirine.

Kompaniya Gazprom diyar, ew asta berhemanîna petrolê li kêlgeha Serqala ku bi xwe bi kêlgeha Germiyan naskirî ye, zêde kir bo rêjeyeke gelek bilind.

Di meha derbasbûyî de hejmara 2 ji bîrên kêlgehên Serqala dest bi berhemanîna petrolê kirin û herwiha plana kompaniyê heye ku hejmara 3 jî amade bike û asta berhemanîna rojane bo 35 hezar bermîlan zêde bike ku bîra hejmar 3 ji kêlgeha serqala dikare rojane 12 hezar bermîlan petrolê berhem bide.

Rêvebirê Cibicîkar yê Kompaniya Gazprom li Rojhilata Navîn Sergey Petrov ragihand, berhemanîna 2 milyon ton li navçeya Serqala desteftiyeke girîng e ji bo pêşxistina ew kêlgeha giranbiha, herwiha diyar kir ku di heyama 4 salên kar de, ew kêlgeh bûye sedema damezrandina jêrxaneyeke nûjen û pêşketî.

Kompaniyên Gazprom û wêsterên Zagros, xwediyê %40 ji pişkên kêlgeha Serqala ne û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî xwediyê %20 ji pişkên kêlgeha Serqala ye.

Parve bike: