TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Gaza xwezayî wek bombeyê teqiya: Birîndar hene!

📅 24 gulan 2024 14:08

PeyamaKurd – Hat diyarkirin ku di teqîna tê texmînkirin ji ber gaza siruştî di qata jorîn a avahiyeke 6 qatî de pêk hat de, birîndar hene.

Bûyer li Taxa Saraya navçeya Tetwana Bedlîsê li qata jorîn a avahiyeke 6 qatî pêk hat.

Piştî teqîna ku tê texmînkirin ji ber gaza xwezayî pêk hatiye, agir bi apartmanê ketiye. Li ser agahdarkirinê ekîbên agirkujiyê, AFAD, polês û ekîbên tenduristiyê sewqî herêmê kirin. Dema îtfaiye midaxeleyî şewatê kir Qeymeqamê navçeyê Remzî Demîr hat herêmê û lêkolîn kir.

Piştî teqînê lêpirsîn hat destpêkirin û hat ragihandin ku di teqînê de birîndar hene.

Parve bike: