TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Galîp Ensarîoglu û Altan Tan çûn serdana gora Mele Mistefa Barzanî

📅 24 mijdar 2024 13:33

PeyamaKurd – Parlamentarê berê yê HDPê Altan Tan û Parlamentarê Diyarbekirê yê AK Partiyê Galîp Ensarîoglu, îro Yekşemê çûn serdana mezelê Mele Mistefa Barzanî.

Altan Tan û Ensarîoglu ku ji bo beşdariya Foruma Aştî û Ewlehiya Rojhilata Navîn (MEPS2024) 2 roj in li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê ne, doh Şemiyê jî serdana perestgeha Laleşê kiribûn.

Îro jî Tan û Ensarîoglu, serdana bîrdariya şehîdên Enfalê û gora nemir Mele Mistefa Barzanî kirin.

Parve bike: