TR KU AR
FB X IG
Aborî

Galatasaray bû sampiyon: Qaseya xwe tije kir

📅 20 gulan 2019 10:37

PeyamaKurd - Tîma Galatasaray di 33yemîn a hefteya Liga Super a Tirkiyê, di yariya li mala xwe ya li hemberî tîma Medipol Başakşehirê bi 2-1ê bi ser ket û şampiyoniya xwe ragihand. Galatasaray bi vê şampiyoniya dahateke gelek zêde qezenc kir û qaseya xwe tije pere kir.

Tîma Zer û Sor Galatasaray (GS), piştî ku bu şampiyona Lîga Super Toto a Tirkiyê ya sala 2019an bi fîşegên hewayî û pîrozbahiyên cur bi cur pirozbahî kirin û şampiyona xwe pîroz kirin.

GS tarîxa xwe de bo cara 22emîn bû şampiyonê lîga Tirkiyê û bo cara 16emîn mafê tevlêbûna Lîga Şampiyonên Ewropayê UEFAyê bidest xist.

Bi vê şampiyoniyê re GSyê 68.6 milyon TL prîmê performansê, 36.2 milyon prîmê şampiyoniyê,  ji ber hejmara şampiyoniyên xwe 69.3 milyon TL dahat kar kir. GS bi vê şampiyoniyê re bi tevahî 450 milyon TL pere kar kir.

Parve bike: