TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Fransayê hisyariya Îranê da hemwelatiyên xwe: Dûr bisekinin!

📅 05 tîrmeh 2022 18:05

PeyamaKurd – Wezareta Derve ya Fransayê bi daxuyaniyekê hişyarî da welatiyên xwedî du hemwelatiyên Fransa-Îranê ku her çi bibe jî serdana Îranê nekin.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ji bilî welatiyên xwedî du hemwelatiyan bila welatiyên Fransayê yên li Îranê jî baldar bin û tedbîrên xwe yên pêwîst bistînin.

Herwiha ji hemwelatiyên Fransa yên li Îranê hat xwestin ku geştên xwe yên nav Îranê sînordar bikin û ji civînên cemawerî dûr bisekinin ji ber ku xeterî heye bi awayekî kêfî werin girtin û bên darizandin.

Parve bike: