Fransayê êrîşên ser Kurdên Helebê şermezar kir
EuronuNews- Wezareta Derve ya Fransayê destnîşan kir ku "Peymana 10ê Adarê" ji bo parastina yekîtiya axa Sûriyeyê û dabînkirina aramiya herêmê xaleke bingehîn û cewherî ye.
Herwiha Parîsê agirbesta li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê wekî gaveke erênî nirxand û bang li hemû aliyan kir ku ji bo parastina jiyana sivîlan û aramiya giştî berpirsiyar bin.Fransayê diyar kir ku ew ligel Amerîkayê di nav hewldanan de ne ku rêya dîyalogê di navbera HSD û Şamê de xweş bikin.
Hate diyarkirin ku Serokê Fransayê Emmanuel Macron bi rêya telefonê bi Serokê Sûriyeyê Ehmed El-Şera re axiviye û daxwaza kêmkirina rageşiyê jê kiriye. Fransa bi koordîneya Amerîkayê re dixebite da ku rê li ber şerekî nû bigire û tekez dike ku divê maf û ewlehiya hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê bêne parastin.