Fransa bo welatiyên xwe: Ji wî welatî derkevin
RûpelNews - Fransayê bang li welatiyên xwe yên li Maliyê, kir ku ji ber sedemên ewlehiyê ji welêt derkevin.
Di daxuyaniyeke nivîskî ya Wezareta Karên Derve ya Fransayê de, bang li welatiyên fransî yên li Maliyê hat kirin ku "piştî êrîşên 25ê Nîsanê li herêmên cuda yên welêt, tevî Bamako, rewşa ewlehiyê gelekî hestiyar e."
Daxuyaniyê bang li welatiyên fransî kir ku di zûtirîn dem de ji Maliyê derkevin û şîret li wan kir ku dema ji welêt derdikevin, rêwîtiya hewayî bikin pêşîniya xwe.
Di daxuyaniyê de herwiha ji welatiyên fransî hat xwestin ku gerên xwe yên li nav welêt sînordar bikin û guh bidin hişyariyên rayedarên herêmî.
Çi qewimî bû?
Li Maliyê, di saetên serê sibê yên 25ê Nîsanê de, komên çekdar Cebhet Nûsra el-Îslam wel-Muslîmîn (JNIM) û Front de Libération de l'Azawad (FLA) êrîşên hevrêzkirî pêk anîn.
Li paytext Bamako, li baregeha leşkerî ya Kati û kampa leşkerî ya nêzîkî Balafirgeha Modibo Keita, her wiha li gelek bajarên wekî Kidal, Gao û Sevare, ku li wan deran teqîn û pevçûn dest pê kiribûn, dengê gulebarana giran hat bihîstin.
Li Kati, êrîşeke 'xwekujî ya bi bombeyê' li ser mala Wezîrê Parastinê Sadio Camara hat kirin; Camara, ku di êrîşê de birîndar bûbû, li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da.
FLAyê ragihandibû ku wê kontrola tam a bajarokê Kidalê li bakurê welêt xistiye destê xwe, û ku kirêgirtên girêdayî artêşa afrîkî-rûsî û leşkerên malî li gorî peymana ku hatibû kirin ji bajarokî vekişiyane.
Artêşa Maliyê ragihandibû ku, wekî beşek ji operasyoneke paqijkirinê ya ku piştî êrîşan hatibû destpêkirin, di operasyoneke hewayî de li herêma Koulikoro zêdetirî 100 terorîst hatine kuştin.