Filistîn: “Em amade ne bi Îsraîlê re rûnên”
PeyamaKurd - Serokê Rêveberiya Filistînê Mehmûd Ebbas ragihand ku bi navbeynkariya aliyên navdewletî ew amade ne li gel Îsraîlê vekirî an nehênî gotûbêjan pêk bînin.
Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron û Serokê Rêveberiya Filistînê Mehmûd Ebbas li Qesra Elysee ya li Parîsa paytexta Fransayê hevdîtek pêkanîn.
Mehmûd Ebbas di civîna hevbeş a çapemeniyê de axivî û got: “ku bi navbeynkariya Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, Amerîka û Rûsyayê, ew amade ne li gel Îsraîlê rûn in û aşkera an jî nehênî gotûbêjan pêk bînin. Ebbas ragihand ku wan tu caran mizakere red nekirine.”
Amerîkayê berî niha alîkariya darayî ya bo Dezgeha Alîkariya Penaberên Filistînê (UNRWA) qut kiribû, Ebbas jî derbarê vê yekê de got: “ku li ser vê mijarê niqaşên navdewletî hene û welatên Ewropî girîngiyê didin vê meselê.”