TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Ezaz û baregeha Tirkî ya li Eyn Îsa bi hemwextî hatin bombebarankirin

📅 30 nîsan 2021 09:59

PeyamaKurd – Li Eyn Îsayê, do bi şev balafireke şer ku nayê zanîn a kîjan dewletê ye, baregeheke leşkerên artêşa Tirk, li derdora gundên Seyda û Mielek ên navçeyê bombebaran kir.

Herwiha hemwextî vê êrîşa Eyn Îsayê, balafirên şer ku tê texmînkirin ên Rûsyayê ne, gundên Kefer Xeşer û Merîmiyê yên girêdayî bajarê Ezazê bombebaran kirin.

Têkildarî encamên her du bombebaranan jî, tu agahî nehatin bidestxistin.

 

Parve bike: