Rojhilata Navîn
Ewropayê gemaroya 15 salî ya li ser Sûriyê rakir
Konseya Ewropayê ragihand rawestandina qismî ya Peymana Hevkariyê ya di navbera Civaka Aborî ya Ewropayê û Sûriyê de hat bidawîkirin.
RûpelNews -
Brûkselê bi temamî Peymana Hevkariyê ya sala 1978an ji nû ve aktîf kir.
Yekîtiya Ewropayê biryar da ku Peymana Hevkariyê ya Yekîtiya Ewropa û Sûriyê ya ku bi hinceta cezakirina rejîma Beşar Esad hatibû rawestandin hat nûkirin û bi vî awayî biryara rawestandinê hat rakirin.
Di daxuyaniya Yekîtiya Ewropayê de hat destnîşankirin ku şert û mercên rawestandinê êdî ji holê rabûne.
Daxuyaniyê tekez kir ku ev biryar ji bo xurtkirina têkiliyên dualî gaveke krîtîk e.