Cîhan
Ewropa: Qada hewayî ya ser Îran, Iraq, Lubnan bi kar neynin
Ji ber zêdebûna aloziyên leşkerî yên di navbera Amerîka û Îranê de, Yekîtiya Ewropayê hişyarî da şîrketên hewayî da ku heta 31ê Tebaxê qada hewayî ya ser Îran, Iraq û Lubnanê bi kar neynin.
RûpelNews - Ajansa Ewlekariya Hewayî ya Yekîtiya Ewropayê (EASA) di raporeke nû ya ewlehiyê de, ji ber zêdebûna aloziyên leşkerî û metirsiya pevçûneke mezin a çekdarî ya di navbera Amerîka û Îranê de, hişyariyeke lezgîn da hemû şîrketên hewayî.
Di daxuyaniyeke ku ji aliyê EASA ve hat weşandin de, ji hemû şîrketên hewayî hat xwestin ku ji ber metirsiya pevçûna çekdarî ya di navbera Amerîka û Îranê de, heta agahiyeke nû, qada hewayî ya Îran, Iraq û Lubnanê bi kar neynin.
EASA destnîşan kir ku agirbestiya heyî ya di navbera Washington û Tehranê de gelek "lawaz" e û hişyarî da saziyên hewayî ku dibe ku tavilhale operasyonên nû yên leşkerî dest pê bikin.
Hat ragihandin ku qedexeya firînê dê heta 31ê Tebaxa 2026an di meriyetê de bimîne.