Ewropa berfirehtirîn gemaroyan li Rûsyayê ferz dike
RûpelNews - Dîplomatkarên Yekîtiya Ewropayê (YE) li ser pakêteke nû û berfireh a cezayan li dijî Rûsyayê li hev kirin. Ev pakêta 21emîn a cezayan e ku YE ji destpêka şerê li Ukraynayê di sala 2022an de li dijî Moskowê ferz dike.
Gemaro li dijî 218 kes û saziyan e
Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê ya ji bo Karûbarên Derve û Polîtîkaya Ewlehiyê Kaja Kallas diyar kir ku ev di 4 salên dawî de pêngava gemaroyan ya herî berfireh a li dijî Rûsyayê ye ku bi giştî 218 kes û sazî dike hedef.
Kallas diyar kir ku tedbîr li dijî zêdetirî 100 banke û saziyên pereyê krîpto, her wiha zêdetirî 40 keştiyên 'fîloya sîber' a Rûsyayê û rafîneriyên cûrbecûr ên petrolê ne. Di pakêtê de her wiha zêdetirî 50 saziyên pîşesaziya parastinê jî li lîsteya ambargoyan tên zêdekirin ku di nav wan de aktorên sereke yên beşdarî hilberîna firokeyên bêmirov dibin jî hene. Pakêta 21an a cezayan ji bo ku bikevin meriyetê, pêdivî bi pesendkirina serokên 27 Dewletên Endam ên Yekîtiya Ewropayê heye.