"Ev serkeftin a PDK û Serok Barzanî ye"
PeyamaKurd - Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku ew amade ne li ser bingeha destûrê gotûbêjê bo pêkanîna hikûmeteke hevbeş bikin û got ew daxwazê ji hemû aliyan dike ku nakokiyên navxweyî bidin aliyekî ji bo gelê Kurdistanê tevbigerin.
Piştî ku Komîsyona Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê encamên dawî yên hilbijartinên 12ê Gulanê yên Parlementoya Iraqê ragihandin Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ji bo serkeftina partiya xwe tevahiya endam, alîgirên PDKê û gelê Kurdistanê pîroz kirin.
Nêçîrvan Barzanî diyar kir di vê heyamê de serkeftineke mezin a demokratîk a PDKê gelek watedar e, wiha axifî: “Ev serkeftin berhema xebat û têkoşîna PDKê ya li Herêma Kurdistanê û hewldana parastina mafê netewî yê gelê Kurd ji aliyê Serok Mesûd Barzanî ve ye.”
Barzanî da xuyakirin ku serkeftina di van hilbijartinan bo PDKê gelekî watedar e û daxwaz kir ku danûstandin li gor destûr û avakirina hikûmeteke hevbeş bibe bingeha çareserkirina pirsgirêkên li navbera hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal li Iraqê.
Cîgirê Giştî yê Serokê PDKê spasiya tevahiya xelkê Kurdistanê kir, ku beşdariyeke mezin li ser asta Iraqê tomar kirin û mafê xwe yê demokratîk bikar anîn û daxuyakirin ,ku wê nûnerên serkeftî yên PDKê, wek hemî caran, pêbend bin bi armanc û xwîna şehîdan û wê berjewendiyên gelê Kurdistanê biparêzin û di heman demê de berevaniyê li mafê tevahiya xelkê Iraqê li nav parlamentoya Iraqê bikin.
Nêçîrvan Barzanî daxwaz ji tevahiya aliyan kir, ku pirsgirêk û nakokiyên navxweyî bidin aliyekî got, ji bo berjewendî û mafên destûrî yên gelê Kurdistanê, ji bo rûniştin û danûstandinê bo danîna karnameyeke hevbeş, bo beşdariyeke xurt a Kurdistanê ,di hikûmeta bê ya Iraqê de, bila hemû alî xwe amade bikin.