TR KU AR
FB X IG
Jiyan

EUCOM: Amerîka wê du bataryayên Patriot bisîne Polandayê

📅 09 adar 2022 13:03

PeyamaKurd Amerîka du bataryayên “Patriot” ji ber êrîşa metirsiya li ser endamên NATOyê, li Polandayê datîne.

Li gor Fermandariya Leşkerî ya Amerîkî li Ewropayê (EUCOM) do Sêşemê bi daxuyaniyekê diyar kir, Amerîka wê du bataryayên Patriot bişîne Polandayê, da ku rûbirûyî her gefeke potansiyel li ser welatên NATOyê bibe.

Berdevkê EUCOM Adam Miller da zanîn, danîna du bataryayên Patriot li Polandayê, bi fermana Wezîrê Berevaniyê yê Amerîkî Lloyd Austin û li ser daxwaza Polandayê tê.

Herwiha eşkere kir, ev tedbîr wê bi tu awayî piştgirî nede tu operasyonên êrîşkarî û got: “Her pêngava ku em diavêjin ji bo pêşîgirtina li êrîşan û piştrastkirina hevalbendên me ye.”

Hêjayî gotinê ye, moşekên Patriot, sîstemeke moşekên parastina asamanî ne ku ji bo rûbirûbûna moşekên balîstîk ên kurtavêj, firoke û moşekên Cruise hatine çêkirin.

Parve bike: