Esper: “Divê em Tirkiyê nêzî îttîfaqa NATO yê bikin”
PeyamaKurd-Wezîrê bergiriyê yê Amerîkayê Mark Esper got ku Tirkiye xwediyê artêşeka mezine û bi salaye hevkarê Amerîkayê ye, divê Tirkiyê nêzî îttîfaqa NATO yê bikin. Esper bi serokerkanê Amerîkayê bi general Mark Pilley re li Pentagonê civîneka çapemeniyê ya hevpar kir. Esper weha got:
“Tirkiye salên dirêje ku hevkarê NATO ye. Ji Koreyê heya Afxanistanê bi mere li dijî dijminan şer kiriye. Ez bi wezîrê bergiriyê yê Tirkiyê re dewamî hevdîtinan dikim. S-400an kirin û ev jî tê wateya ku dê F-35an nikaribin bikirin.”
Li ser mijara gotinên Erdoğan ku bo İncirlikê gotibû û di medyayê de belav bû bû, Esper weha got:
“Sedema wî çiye û çendîn ji dilin ez nizanim. Divê bi wan re biaxifim. Fikra me ev e divê em Tirkiyê nêzî NATO yê bikin. Artêşeka wan ya bi şiyan heye û bi salaye ku hevkarên me ne.”
Esper dewleta Çînê û di pey de ya Rûsyayê weka du dewletên bo Amerîkayê xeter dîbîne û dixwaze leşkerên xwe yên li Rojhilata Navîn û Afxanistanê vekişîne û şûna wan ji hevkarên xwe re bihêle. Leşkerên vekişînê dê wan ji nûh de perwerde bike û bişîne Pasîfîkê.