TR KU AR
FB X IG
Kurdistan

Sûdanî êrîşa li ser mala Nêçîrvan Barzanî şermezar kir

Navenda Nûçeyan
Edîtor
📅 28 adar 2026 16:46
Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî, di pêwendiyeke telefonî de ligel Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi tundî ew êrîşa ku hatibû kirin ser mala Barzanî ya li parêzgeha Dihokê şermezar kir û ew wekî "êrîşeke nerewa" bi nav kir.

RûpelNews - Li gorî daxuyaniya Ofîsa Ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê, Sûdanî di vê pêwendiyê de pesnê "helwestên nîştimanî" yên Nêçîrvan Barzanî da û bal kişand ser hewildanên wî yên ji bo xurtkirina yekrîziya di navbera pêkhateyên Iraqê de.

"Tîmeke lêkolînê ya hevbeş hat avakirin"

Ji bo eşkere kirina hûrguliyên bûyerê, Sûdanî ferman da ku tîmeke ewlehî û teknîkî ya hevbeş di navbera saziyên ewlehiyê yên hikûmeta federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de were avakirin. Erka vê tîmê ew e ku nasnameya êrîşkaran diyar bike û ji bo darizandina wan hemû gavên yasayî bavêje.

"Iraq nabe qada şerên herêmî"

Her du serokan her wiha li ser guhertinên dawî yên li Iraq û herêmê û rewşa ewlehiyê ya welat axivîn. Sûdanî tekez kir ku hikûmeta wî rê nade tu aliyên "derveyî yasayê" an aliyên "herêmî û navneteweyî" ku Iraqê bikişînin nav mîlîtanî û şerên ku niha li herêmê diqewimin.

Serokwezîrê Iraqê dubare kir ku ew ê hemû hewildanên xwe ji bo parastina serweriya Iraqê û dabînkirina aramî û seqamgiriya welat berdewam bikin û rê nedin ku Iraq bibe qada şerên aliyên din.

Parve bike: