TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Êrîs birin ser konvoya NATO yê

📅 02 adar 2018 20:19

Li Afxanistanê, li payîtext Kabîlê, bi erebeyeka bombeyî êrîşê konvoya NATO yê kirin. Di encamê de yek hat kuştin û 4 kes birîndar bûn.

Li gor ragihandina ku ji aliyê berdevkê wezareta karê hundir yê Afxanistanê Necib Daniş de hat kirin, êrîş li devera Kabîl Bayê çêbû. Dibe jimara kesên birîndar zêdetir bin. Ji leşkerên biyanî kesek miriye an na nehat ragihandin lê çûna deverê niha qedexe ye.

Heya niha rêxistinek an kesekî bûyerê qebûl nekiriye.

Parve bike: