Erebîstana Siûdî zext li Amerîkayê dike ku Îranê têk bibe
RûpelNews - Di vê rojnameya medyaya Amerîkayê de tê gotin karbidestên Amerîkî yên ku derbarê danûstandinan de hatine agahdarkirin diyar kirin Bin Selman ji nû ve sazkirina Rojhilata Navîn wek “derfeteke dîrokî" dibîne û tirsa Selmanî ew e ku şer di nivî de bimîne û Îran tola xwe ji Erebîstana Siûdî bistîne.
Tê îdiakirin ku Selman ji Trump re gotiye ku divê ew zextê bike da ku hikûmeta "hêzgirtî" ya Îranê hilweşîne.
Li gorî raporê, Selman di wê baweriyê de ye ku Îran ji bo Kendavê gefeke demdirêj e û ev gef tenê bi hilweşandina hikûmetê dikare ji holê were rakirin.
Di raporê de behsa nêrîna berpirsên Erebistana Siûdî jî tê kirin. Rayedarên Riyadê ew îdia red kirine ku Selman zextê dike ji bo dirêjkirina şer.
Di daxuyaniya hikûmeta Siûdî de niha hat gotin”: “Erebistana Siûdî her dem piştgiriya çareseriyeke aştiyane kiriye, heta berî ku ev pevçûn dest pê bike jî, bi rêveberiya Trump re di nav têkiliyeke nêz de ne û pabendiya wan wekî xwe maye."
Di heman daxuyaniyê de rexne li Îranê jî tên girtin ku siyaset û rêbaza Îranê ji bo herêmê wek talûke û zêdekirina rakêşiyan tê destnîşankirin.