Erebistana Siûdî destpêka meha Remezanê diyarkir
RûpelNews - Di daxuyanîya Dîwana Şahiyê ya Erebistana Siûdî de hat gotin ku li gorî biryara Dadgeha Bilind, Çarşema 18ê Şubatê 2026 wek yekem rojê Remezanê hat diyarkirin. Komîteya çavdêriya heyvê diyar kir ku heyv li herêma Temir hat dîtin.
Li hin welatan Ramadan rojê Pêncşemê dest pê dike
Di heman demê de hin welatan ragihandin ku Ramadan rojê Pêncşemê, 19ê Şubatê dest pê dike. Serokatiya Karûbarên Olî ya Tirkiyeyê diyar kir ku Misilmanan li Tirkiyeyê û li bajarên ku gelê Kurd pir in, rojê Pêncşemê dest bi rojîgirtinê dikin.
Li Îranê jî, Ali Riza Muwahhidnejad, endamê komîteya zanistî ya dîtina heyvê ya girêdayî nivîsgeha Ayetullah Ali Xameneyî, ragihand ku tê payîn ku yekem rojê Remezanê Pêncşemê be.
Ji bilî Tirkiyeyê û Îranê, Malezya, Endonezya û Oman jî ji wan welatan in ku Pêncşemê wek yekem rojê Remezanê diyarkirin.
Li Herêma Kurdistanê sibe yekem roja remezanê ye
Komîteya Bilind a Dîtina Heyvê ya ser bi Wezareta Ewqaf û Karûbarên Olî ya Herêma Kurdistanê roja yekem a meha remezanê diyar kir.
Wezareta ragihand:
"Îro Sêşemê 29ê Şebana 1447an a Koçî, beramberî 17-02-2026an bi hevahengiya li gel komîteyên şaxî yên li parêzgeh û îdareyên serbixwe, bi armanca diyarkirina roja yekem a meha remezana Pîroz civiyan.
Li gorî belgeyan derket holê ku heyv li asmanê Herêma Kurdistanê hatiye dîtin."
Di heman demê de; Erebistana Siûdî, Qeter, Îmarat, Yemen, Iraq, Behreyn, Kuweyt û Lubnanê jî ragihandin ku sibe dê bibe yekem roja remezanê.