TR KU AR
FB X IG
Cîhan

Ereba eskeran ket çemê Zê û 9 esker birîndar bûn

📅 20 gulan 2023 17:34

PeyamaKurd – Li ser rêya Hekkariya û Wanê ereba leşkeran ya zirxî ket çemê Zê (Zap) û di encamê de 9 leşker birîndar bûn. Bûyer dema mirov ji Hekkariya diçe Wanê di km ya 30an de bi sedema baran bariyabû û rê şematek bû, çêbû.

Bi xebata gundiyan leşker yek bi yek ji erebê derxistin û wan bi ambûlansan şandin nexweşxana dewletê ya Hekkariya. Rewşa eskerên birîndar başe.

Ji bo derxistina ereba zirxî jî kepçe diçe ciyê bûyerê û ereba zirxî ji nav ava Zê derdixe.

Parve bike: