Erdogan: Yasaya proseya aştî vê havînê derdikeve
RûpelNews - Serokomarê Tirkiyeyê û Serokê AK Partî Recep Tayyîp Erdogan di civîna 33yemîn a Şêwir û Nirxandinê ya partiya xwe de li Sapancaya Sakaryayê der barê proseya aştiyê ya ku bi mebesta çareserkirina pirsgirêka kurd de hat destpêkirin daxuyanî dan.
Erdoğan derheqê yasaya ku di çarçoveya proseya aştî de tê amadekirin peyameke zelal da û got: Yasaya ku dê bibe bingeha yasayî ya pêvajoya aştiyê dê berî ku Parlamentoyê bikeve betlaneya xwe ya havînê were pesendkirin.
Li gorî ku di civînê de hat behskirin, di qonaxa destpêkê de dê nêzîkî 5 hezar endamên rêxistinê ji yasaya çarçoveyê sûd werbigirin.
Hat tekez kirin ku ev yasa ne ya "efû" ye, ev teşwîqkirina ji nû ve entegrekirina endamên rêxistinê yên ku sûcek wan nîn e, di heman demê de ji bo hin sûcan cezayên kêmkirî tên pêşniyazkirin.
Yasaya çarçoveyê dê ji bo endamên rêxistinê yên ku sûcek wan heye û nîn e dê di beşên cuda de werin dabeşkirin û kesên ku sûcek wan heye bi cezayeke kêmkirî li wan kesan dê bê sepandin. (Çavkanî: BBC)