Erdogan: Yasaya ku li Parlamentoyê hat qebûlkirin gaveke dîrokî ye
RûpelNews - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, di merasîma mezûnbûnê ya Akademiya Cendirme û Ewlehiya Peravê de axivî û diyar kir ku ew pêşnûmeya yasayê ya ku bi 467 dengan ji aliyê Lijneya Giştî ya TBMMê ve hatibû qebûlkirin, gaveke dîrokî ye ku li gorî armanca "Tirkiyeyeke ji terorê paqijkirî" hatiye avêtin.
Erdogan bal kişand ser wê yekê ku ev pirsgirêk bûye sedema berdêleke giran ji bo Tirkiyeyê û got: "Bi îzna Xwedê, em ê bi hevkariya dewlet û gel, vê pirsgirêkê -ku bûye sedema windakirina bi deh hezaran can û 40 salên dîroka welatê me- bi awayekî mayinde çareser bikin."
Erdogan bal kişand ser pêşnûmeya yasayê ya ku sê roj berê li Parlamentoyê hatibû qebûlkirin û wiha got: "Em li wê pêşnûmeya yasayê ya ku bi 467 dengan li Parlamentoya me ya bi rûmet hatibû qebûlkirin, wekî gaveke dîrokî ya li ser vê rêyê dinêrin."
Herwiha Erdogan spasiya kesên ku di pêvajoya amadekirin û derbaskirina pêşnûmeyê ya li Parlamentoyê de ked dane, kir. Erdogan bi taybetî behsa Serokê MHPyê Devlet Bahçeli hevparê xwe yê di Hevpeymaniya Gel de û Serokê Parlamentoyê Numan Kurtulmuş kir û spasiya hemû kesên ku ji qonaxa amadekirina pêşnûmeyê heta qebûlkirina wê ya li Lijneya Giştî roleke wan hebû, kir.
Erdogan girîngiya sereke ya vîzyona "Tirkiye û herêmeke ji terorê paqijkirî" anî ziman û armanca Tirkiyeyeke bêteror bi van gotinan anî ziman:
Erdogan di daxuyaniya xwe de got: "Li Tirkiyeyeke ku siya terorê jê rabûye û di sedsala aştiyê de, bi îzna Xwedê, em ê stranên nû yên biratiyê bibêjin."