TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Erdogan wezîran ji derve tîne nav kabîneyê

📅 07 tîrmeh 2018 00:24

PeyamaKurd - Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyîp Erdogan ragihand ku ewê wezîran ji derveyî partiyê jî bînin û dê ew wezîr bi awayekî serbixwe bixebitin.

 Erdogan di axaftina xwe de bal kişand ser avakirina kabîneya nû û got em niha bi wezîrên ku ne ji partiyê ne kabîneyekê ava dikin.

Erdogan li ser Sîstema Hikûmeta Serokomariyê wiha peyivî: "Di plana pêşîn de wezîr, cîgirên wezîran, serokên saziyên nû û midûr heta dereceyekê diyar bûn. Em ê rêxistinên ku karên nêzîkî hev dikin bigihînin hev û yên neçalak bigirin. Em xebata dewletê bilez û çalak dikin."

Erdogan diyar kir ku ji ber jimara parlamenteran û rewşa welêt wê Îtifaqa Cumhur li Meclisê jî berdewam bikin.

Parve bike: