TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Erdogan û Rûhanî hewla li dij Amerîkayê didin

📅 17 gulan 2018 00:05

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Hesen Rûhaniyê Serokkomarê Îranê bi telefonê axivîn.

Li gor agahiyên çavkaniyên Tirkiyê Erdogan û Rûhanî civîna Teşkîlata Hevkariya Îslamî ya roja înê li Stenbolê û mijarên di rojeva civînê de gotûbêj kirin.

Erdogan û Rûhanî destnîşan kirin ku "ji bona Misilman helwesteke hevbeş nîşan bidin civîna neasayî ya Teşkîlata Hevkariya Îslamî ya li Stenbolê girîng e û gotin ku divê di çarçoveya Neteweyên Yekbûyî (NY) de mesele bê taqîbkirin."

Parve bike: