TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Erdogan û Aliyev îmza xwe avêtin ser balafira Bayraktar Akinci

📅 28 gulan 2022 22:36

PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û hevjîna wî Emine Erdoğan bi serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev û hevjîna wî Mihriban Aliyev re li Bakuyê li Teknofestê bi hevre li stendan geriyan û agahiyan sitendin.

Serokkomar Erdoğan kesên di pêşbirkan de derece sitendibûn diyariyên wan da û paşî li stendan geriyan. Her serok li ber balafirên Akıncı wêneyan kişandin û ji Selçuk Bayraktar li ser balafirên bi navên Cezeri û Orbiter agahiyan sitendin.

Parve bike: