TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Erdogan ‘Stratejiya Reformên Darazê’ eskere kir: Êdî wê girtina kesan ne hêsan be...

📅 30 gulan 2019 16:08

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AKPê Recep Tayyip Erdogan ‘Belgeya Stratejiya Reformên Darazê’ di bernameya Reformên Darazê de eşkere kir.

Erdogan got, Êdî ew ê ji bo bihêzkirina mafê azadiya derbirinê de nêzîkatiyeke nû derxin holê û mafê dadgehkirina adil bi awayekî çalaktir biparêzin.

Erdogan bal kişand ser ku êdî ew ê dadgehkirina bêyî xistina girtîgehan esas bigirin.

Hin sernavên axaftina Erdogan wiha ne:

  • Em bi vê belgeyê û ji bo bihêzkirin û pêşxistina mafê azadiya derbirinê nêzîkatiyeke nû tînin.
  • De heyama bê de armanca me ew e ku mafê darizandina adil bi awayekî çalaktir bê parastin.
  • Ji bo tedbîra girtinê bi awayekî pîvan bê bikaranîn em gavên nû davêjin.
  • Wê sererastkirinek bê kirin ku malperek bi tevahî neyê astengkirin, tenê beşa wê malperê ya biryara astengkirinê hatiye dayîn bê astengkirin.
  • Wê perwerdeya Zankoyên Hiqûqê ji çar salan derkeve 5 salan.
  • Wê dadwer (hakim) bi reformê re di nav xwe de, wekî hakimê ceza û hiqûqê bên dabeşkirin û bibin pisporên beşa xwe.
  • Wê mafê parêzeran ê bidestxistina zanyariyan û belgeyan bi yasayê bê firehkirin û ji bo bikarin karê xwe baş bikin, li gorî hin pîvanên diyarkirî pasaporta kesk bo geştên navdewletî bê dayîn.
Parve bike: