TR KU AR
FB X IG
Jiyan

Erdogan mijara Qudsê li dij Kurdan diemilîne

📅 15 gulan 2018 19:46

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyê û Serokê AKPê Recep Tayyip Erdogan, tansiyona bilind a di navbera Filîstîn û Îsraîlê de bo xwe wek firsend dibîne û propagandaya hilbijartinê jî li ser vê ava dike.

Erdogan, do li Londona paytextê Brîtanyayê ragihand ku ewê li dijî Îsraîlê 2 mitîngên mezin yek jê li Stenbol a din jî li Diyarbekirê çêkin.

Ji ber ku dengdêrên Kurd di mijara Quds û Filîstînê de hessas in û AKPê jî di nava Kurdan de piştî referandûma Kurdistanê û dagirkirina Efrînê dengekî mezin winda kiriye, Erdogan dixwaze bi hemaseta Qudsê dengan ji Kurdan bistîne.

Parve bike: