Jiyan
Erdogan: Li ser Patriotan di NY de em ê bi Trump re biaxifin
PeyamaKurd- Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan li bajarê Sêwasê di ‘Form a Aborî ya Anadola Navîn’ de axifî. Erdoğan weha got:
“Min ji Trump re gotibû Patriotan bidin lê divê şertên me bi Rûsya re çibin, wê bo Patriotan jî eynî be. Em ê di Neteweyên Yekgirtî de car din li ser mijarê biaxifin.”
Erdoğan got ku derbeyên leşkerî, cûnta û tiştên weka koalîsyonê nehiştin ku em giraniya xwe deynin ser aboriya xwe. Dijiminên nav welat adetî nahêlin Tirkiye bipêş bikeve. Rehmetî Tûrgut Özal bo Tirkiye xebateka baş kir lê mirina wî ya bi guman nehişt ku xebata xwe temam bike.
Erdoğan ragihand ku heya niha bi Amerîkayê re li ser masê rûdiniştin lê niha bi Rûsya re rûdinên, belkî sibê bi Çîn ê re rûnên ser masê.